Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne 2024-04-03 17:21:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên DEM Partiyê yên gelek bajar û navçeyan mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran li dijî kompasa li dijî îradeya xelkê Wanê meş li dar xistin, daxuyanî dan û xwestin ev xespkirina îradeyê were bidawîkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek şaredariyên bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan bi dest xist. Hevşaredaran dest bi wergirtina mazbatayên xwe kirin. Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin li dijî kompasa li dijî îradeya xelkê Wanê meş li dar xistin û daxuyanî dan.    COLEMÊRG    Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û endamên meclisê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbatayên xwe standin. Hevşaredar, çûn serdana malbatên ku zarokên wan di çalakiyên protestoyî yên duh de hatine binçavkirin. Hevşaredar, endamên meclisê û partiyî piştre jî bi armanca piştevaniya bi xelkê Wanê re bi dirûşmên “ Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Abdullah Zeydan îradeya me ye” meş li dar xistin. Girse, heta pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê meşiya û li vir daxuyanî da.   BANG LI YSK’Ê KIRIN: JI XELETIYA XWE VEGERIN   Hevşaredaran piştî wergirtina mazbatayên xwe daxuyanî dan. Hevşaredar Şadiye Kirmizgul wiha got: “Hêvîdarim bibe wesîleya aştî û demokrasiyê û bibe wesîleya xizmeteke baş a ji gelê me re. Em spasiya tevahiya ciwan û xelkê Geverê dikin. Li gelê me pîroz be.”    Hevşaredar Şoreş Dîrî jî bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û ev tişt anî ziman: “Li Wanê di şexsê Zeydan de li dijî tevahiya gelê dengê xwe daye derqanûntî tê kirin. Birêz Abdullah Zeydan bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin. Em bang li YSK’ê û dadgeran dikin ku ji vê xeletiya xwe vegerin. Demildest mazbataya birêz Zeydan bidin.”    MÊRDÎN     Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hatin gel hev û tevî gel ber bi edliyeyê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran xespkirina îradeya xelkê Wanê hate protesto kirin û bi dirûşman berxwedana gel hate silavkirin. Demîr û Turk piştre jî derbasî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bûn û mazbatayên xwe wergirtin.    Piştre jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevşaredar Devrîm Demîr got ku ji bo xizmeta gelê Mêrdînê ya ji destê wan tê dê bikin. Demîr nedayîna mazbataya Zeydan bi bîr xist û got ku weke duh dê gelê kurd îro jî xwedî li îradeya xwe derkeve.    Hevşaredar Turk jî got ku serkeftina wan ne tenê ya gelê kurd, ya gelên ereb û suryan jî ye û wiha bal kişand ser xespkirina îradeya xelkê Wanê: “Dixwazin bi lîstikên cuda îradeya gelê kurd xesp bikin. Heta ku ev derhiqûqtî hebin dê gelê kurd jî bêdeng nemîne.”   KURSIYÊN ŞAREDARIYÊ VEDIGUHÊZIN   Turk, da zanîn ku qeyûm şaredariyê vala dike û ev tişt anî ziman: “Dev ji malê şaredariyê berdin, heta kursiyên di hundirê wê de jî ji wir derdixînin. Bi krediyên demên dawî re malê şaredariyê ji şaredariyên AKP’î re şand û dixwaze wisa bike ku em nekarin bixebitin.”    ŞIRNEX    Namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Turkan Kayir û Dogan Adibellî jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Piştî wergirtina mazbatayan jî bi beşdariya Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û bi sedan kesan, bi dirûşmên "Abdullah Zeydan vîna me ye” û  “Bijî berxwedana Wanê” heta Şaredariya Hezexê meşiyan. Hevşaredaran li vir spasiya gel kir û berxwedan xelkê Wanê silav kirin.    ‘HETA ÎRADEYA GELÊ WANÊ TÊ NASKIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN’   Parlamenter Newroz Uysal Aslan li vir axivî û wiha got: “Heta ku îradeya gelê me tê naskirin dê têkoşîna me bidome. Kesên ku dibêjin,’em bi îradeya gel hatine vê derê’ û her tiştekî li xwe heq dibînin, em vê derê dibêjin Wan îradeya gel e, Şirnex îradeya gel e, Qileban îradeya gel e. Hûn bi dek û dolaban bi destê YSK’ê îradeya gel nikarin bin pê bikin. Gelê kurd li ser pêyan e. Şirnex Stenbol e, Stenbol Wan e. Dilê Kurdistanê li Wanê ye. Heta ku ev dewlet û ev aqilê dizîker û talanker gav paşve neavêje û heta ku îradeya Wanê nas neke ne Şirnex, ne Amed, ne Stenbol û ne Mersînê îradeya gel nayê naskirin. Li Şirnexê û Wanê gelê me yê ku bi ser piyane em bi wan re ne. Heta ku biryara Wanê neyê betalkirin tu deskeftiyên me ne di bin garantiyê de ne. Heta ku îradeya gel neyê naskirin em ê nesekînin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû. Girse piştre çû serdana hevşaredarên bajarokê Deştadarê.    SILOPIYA    Hevşaredarên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Nadîr Rênas Onuk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe tevî girseyê ji pêşiya avahiya partiyê heta edliyeyê meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Berxedana Wanê", “Dizek Yarka” û “Gelê kurd xwedî li îradeya xwe derkeve” hatin berzkirin.  Piştî wergirtina mazbatayê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen bal kişand ser xespkirina vîna xelkê Wanê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de partiya me bi ser ket. Lê AKP’ê ev rastî ranegirt. Li çar aliyên Kurdistanê berxwedan heye. Armanca me ne tenê qezenckirina şaredariyan e. Armanca me nasnameya me ye. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê gelê kurd serî netewîne.” Girse piştre jî heta ber avahiya partiyê meş li dar xist.    DEŞTADARÊ   Hevşaredarên Bajarokê Deştadarê ya Hezexê Halîme Îlçîn û Fahrettîn Akman jî mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gel kirin.    GUNDIKÊ MELÊ   Hevşaredarên Bajarokê Gundikê Melê Gulsum Atak û Ferît Artuç jî mazgbatayên xwe wergirtin. Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes jî bi hevşaredaran re çûn edliyeyê.    XARPÊT    Yek ji navçeyên ku DEM Partî bi ser ketî jî navçeya Depê ya Xarpêtê bû. Dep, bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan e. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar hatin pêşiya şaredariyê û gelê li benda wan disekinî silav kir. Duzgun li vir wiha got: “Em xwedî li îradeya we derketin û hûn jî xwedî li îradeya xwe derketin. Me îro dîsa şaredariya xwe girt. Ev şaredarî ne ya kesên keda vî gelî dixwin, ya me ye. Em îro li vir in lê belê mafên rêhevalên me yên Wanê û Curnê reş tên xespkirin. Me mazbatayên xwe bi rûmeta xwe wergirtin û ev bajar ê me ye. Em careke din kesên îradeya gel xesp kirine şermezar dikin. Tu kes nikare îradeya gel xesp bike.” Hevşaredar Cafer Ogur jî got ku gelê Depê bi berxwedana xwe bi ser ket û ev tişt anî ziman: “Em hevşaredarên tevahiya Depê ne. Em heta dawiyê bi gelê xwe yê Wan û Curnê Reş re ne. Em ê li dijî van heramzadeyan bi gelê xwe re bin.” Piştî axaftinan jî hevşaredar tevî gel derbasî şaredariyê bûn.    QERS    Hevşaredarên Dîgor a Qersê Ulker Ozatîk û Adem Oyman jî mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar û endamên meclisê ji bo wergirtina mazbatayan hatin Edliyeya Dîgorê. Dema hevşaredaran mazbatayên xwe digirtin, spasiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dîgorê kirin. Piştî karûbarê li edliyeyê jî mazbatayên hevşaredaran hatin dayîn.