Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be 2024-04-03 12:59:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji wezîrên kevn ê AKP’ê Huseyîn Çelîk têkildarî nedana mazbataya Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî wiha got: “Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin bêyî ku paş de vegere were dawîkirin.   Mazbataya Abdullah Zeydan ê wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin nedanê. Berteken li dijî vê biryarê her ku diçe zêde dibin. Hin kesên AKP’î jî bertek nîşanî vê yekê dan.     Ji wezîrên kevn ê AKP’ê Huseyîn Çelîk ser hesaba xwe ya medya sanal bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Bi qasî ku ez heme li dijî polîtîkayên qeyûm sekinîm û hêj jî li dijî vê yekê me. Tiştên ku li Wanê diqewimin sosret in. Heke şexsê ji DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin guncav nebe we çima destûr da ku bibe namzet?”   Çelik tkildarî geşedanên dawî axaftian xwe wiha domand: “Divê êdî siyaseta bi destê leşker û darazê tê rastkirin bêyî ku vegere divê dawî be. Hat dîtin ku bi tayînkirina qeyûman tiştek bi dest neket şûna wê şaredariyên heyî ji dest derketin. DEM li Wanê 14 şaredarî bi dest xistin û ev bi serê xwe encamek e.”