Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin 2024-04-03 12:47:45   WAN - Malbatên ku li Wanê zarokên wan di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatin binçavkirin anîn ziman ku AKP hewl dide tola têkçûna xwe ya li Kurdistanê hilîne. Malbatan bi lêv kirin ku ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê natirsin û wiha bang li herkesê kirin: “Bêdeng nemînin, bêdengî me hemûyan dikuje.”   “Komploya siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan ê di hilbijartinên herêmî de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin rê li ber hêrseke mezin vekir. Gelê Wanê yê tê xwestin vîna wî were xespkirin, li dijî vê hewldanê berteka xwe li kolanê nîşan da. Protestoyên ku bi roj destpêkirin heta derengî şevê berdewam kirin. Tevî ku polîsan serî li tundiyê jî da, gelê ku ji kolanan naçe bertekên xwe didomîne. Li dijî xespa vîna gelê Wanê, li bajarên din ljî gel daket kolanan û ev yek protesto kirin.    Desthilata AKP’ê ya di hedefa protestoyên her ku diçe belav dibe de ye, hewl dide bi destê hêzên ewlehiyê protestoyan bifetisîne.    Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hate dayîn, ji duh ve li Wanê 26, li navenda Colemêrgê 9, li navçeya Geverê 29, li Sêrtê 4, li Êlihê 5, li Şirnexê 10, li Îzmîrê 6 bi komî 89 kes hatin binçavkirin. Li Wanê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin.    Îşkence li kesên ku li taxa Xaçortê hatin binçavkirin hate kirin, çek xistin serê xizmên wan, deriyên malan, tiştên li hundir û cam bi awayekî keyfî hatin şikandin.    ÎŞKENCE LI ZAROKÊ 17 SALÎ KIRIN    Înanç Salgur ê 17 salî ku hate binçavkirin, tevî ku nexweşê epîlepsiyê ye jî polîsan îşkence lê kirin. Bavê Salgur, anî ziman ku polîsên ku hatin gelek caran serê lawê wî li dîwarî dane, difina lawê wî şikestiye û tiştên qewimîn wiha vegot: “Hezar leşker anîn ber deriyên malên me. Piştî ku li lawê min xistin, li ser dezgeha mutbexê destên xwe şuştin, birînên lawê min ên xwîn jê dihat paqijkirin û birin. Gelek caran li serê me xistin, bi çekê gef li me xwarin.”   DERÎ Û PENCERE ŞIKANDIN Û GOTIN ‘EM BI XELETÎ VE’ HATIN    Ayten Salgur a di heman kolanê de dijî û polîsan bi xeletî ve bi ser mala wê de girtin jî tiştên wê kêliyê jiyan wiha vegot: “Hatin derî û paceyên me şikandin. Piştî ku hatin hundir, gotin me xeletî kiriye. Çawa wiha xelet tên? Heke xelet hatibin çima deriyên me dişikînin? Qaşo xelet hatin lê çek xistin serê me, îşkence li hevjînê min kirin. Ev feraseteke çawa ye? Bi awayekî bêsûc bi ser malên mirovan de girtin, îşkence li zarokên wan kirin.”    ‘EV GEL NE JI KOMKUJIYÊ NE JÎ JI GIRTÎGEHÊ NATIRSE’    Sargul, bi lêv kir ku yekane sedemê vê êrişa pê re rû bi rû ma têkçûyîna AKP’ê û Erdogan a li Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: “Hewl didin wiha tolê hilînin. Em jî ji vir careke din bang li wan dikin; Erdogan ev ne cara ewil e ku tu bi ser malên me de digirî. Bi salan e bi ser vê malê de tê girtin. Bi salan e tundî li me tê kirin û tên binçavkirin. We çi bi dest xist? Em gavekê jî bi paş ve neçûn û em naçin. Ev gel natirse, ji mirinê jî ji girtinê jî natirse.”    Sargul, li dijî zilma pê re rû bir û man ji hemû kurdan re wiha got: “Ey gelê kurd bêdeng nemînin, bêdengî me hemûyan dikuje.”   Polîsan bi ser mala malbata Bor a li heman taxê dijî de jî girt û lawê wan Mesût Bor binçav kir.    Dayik Behîce Bor tiştên qewimîn wiha vegotin: “Di saetên serê sibê de deriyên malênme hatin şikandin. Weke DAIŞ’ê bi ser malan de girtin. Çek xistin serê zarokên me yên biçûk re. Dema lawê min hate binçavkirin li erdê dirêjkirin. Çavên hevjînê min nabînin hewl dan wî jî li erdê dirêj bikin, bi kuştinê gef lê xwarin. Em ê van ji bîr nekin û derxistina dengê xwe bidomînin.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Bav Yûsûf Bor jî bi lêv kir ku tevî zilma lê hate kirin jî dest ji lêgerîna mafê xwe nagerin û got: “Erdogan zilm dike. Edaletê pêk naîne, tenê zilmê dike. Tu hêz di destên wî de nema. Yekane tişta maye xespkirina destkeftiyên me ye û kuştina mirovan e. Min çavên xwe di girtîgehê de winda kirin, min ev berxwedan li girtîgehê jiya. Ez ê li derve jî li ber xwe bidim. Em ê li hember Erdogan serî netewînin.”