Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne 2024-04-03 11:02:37 STENBOL - Nûnerên partiyên sosyalîst, li dijî xespa vînê ya li Wanê banga têkoşîna bi hev re kirin. Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamzet Taşçi wiha got: “Em parçeyekî berxwedana gelê kurd in.”   Nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin, bû sedemê berteka gelek beşên civakê. Li dijî darbeya li ser vîna gelê Wanê bertekek jî ji partiyên sosyalîst ên li Stenbolê hat.    EHP: ŞERMA TIRKIYEYÊ YE   Serokê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, bertek nîşanî nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan da û wiha got: “Em bi tabloyeke wisa biêş re rûbirû ne ku di sedsala 21’emîn de gelê kurd ji bo mafê xwe yê hilbijartin û bijartinê neçar dimîne ku têbikoşe. Ev rewş şerma vî welatî ye.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ    Ozturk, destnîşan kir ku eleqeya biryarê bi hiqûq û destûra bingehîn nîne û wiha berdewam kir: “Divê li dijî vê em bi hev re têbikoşin.” Ozturk, anî ziman ku ji bo ji neheqiya hatiye kirin re bibin deng diçin Wanê û got: “Divê li dijî vê neheqiyê dengek were bilindkirin. Divê kes vê rewşê qebûl neke. Li Îzmîrê, Bûrsayê bi rêgezan dikevin hilbijartinê bil ali Wanê jî ew rêgez derbasdar bin. Divê ji vîna hemû gelên li welat re rêz bê girtin. Em bang li her kesên alîgirê demokrasî, hiqûq û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dikin ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.”   SODAP: DIVÊ HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HELWESTÊ BIGIRIN   Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) a Stenbolê Fatma Înce jî bi van gotinan bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da: “Em bang li hemû muxalefetê dikin ku li dijî hewldana xespkirina vîna gelê Wanê bisekinin. Desthilata Qesrê hewl dide têkçûna xwe bi polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê kurd veşêre. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune dihesibînin derkevin û li cem vîna gelê kurd bisekinin.”   SYKP: DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN    Seroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Yilmaz Mertoglû jî biryar weke darbeya li dijî vîna gelê kurd nirxand û wiha got: “Em xespkirina her tim a mafên xwe yên hatine bidestxistin qebûl nekin. Di mijara belavkirina bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê de em hemû hêzên şoreşger û demokrasiyê vedixwînin têkoşînê. Dawî li tayînkirina qeyûman nayê. Divê vîna gelê Wanê were teslîmkirin. Ev pêkanînên neheqî û bêhiqûqî divê demildest bi dawî bibin. Abdullah Zeydan vîna gel e, vîna me ye. Divê gelên Tirkiyeyê di sedsala duyemîn a Komarê de ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ya bi hev re têbikoşin.”   PARTIYA ŞOREŞGER: EM PARÇEYEKÎ BERXWEDANÊ NE   Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi anî ziman ku li Tirkiyeyê parçeyekî berxwedana gelê kurd in û wiha got: “Bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê tenê vîna gelê kurd xesp nake di heman demê de bi binçavkirina nûnerên wan hewl dide berxwedanê bi dawî bike. AKP’ê ji sala 2015’an ve li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê xistiye dewrê. Di serî de Şaredariya Amedê qeyûm tayînî hemû şaredariyên li Kurdistanê kir û ew girtin. Vê carê mafê hilbijartinê yê Zeydan ji destê wî girtin û ji tayînkirina qeyûman wêdetir çûn. Planên dewrnekirina şaredariyan tê kirin. Em ê weke şoreşgerên Tirkiyeyê li her cihê ku gelê kurd lê li ber xwe dide bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê bibin parçeyekî berxwedanê.”   MA / Esra Solîn Dal