Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket 2024-04-03 10:06:38   STENBOL - Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar bal kişand ku serpêhatiyên Hatîce Yildiz (75) a ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hatiye girtin, di dema 12’ê Îlonê de jî nehatiye dîtin û got: “Tirkiye êdî ji dewleta hiqûqê derketî ye.”   Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz hatibû vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayê wê jî di 23’yê adarê de hate girtin.   Yildiz tevî pîratiya xwe û gelek nexweşiyên weke tansiyona bilind, çav, fitika piştê û xwarbûna pirûskê pê re hene jî 11 roj in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Bertekên li dijî zilma li Yildizê tê kirin jî didomin.    Hiqûqnasê cezayî parêzer Ercan Kanar ê bi nav û deng diyar kir ku di qanûnan de cezayekî weke “şandina pereyan a girtîgehê” nîne û biryar weke “dijhiqûqî” penase kir.    Prz. Ercan Kanar bi lêv kir ku li Tirkiyeyê demekî dirêje li dijî girtîgehan polîtîkayên tecrîdê û zextan hene û da zanîn ku bi taybetî di salên dawî de bi “Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê” bi hin cure cezayên tên dayîn malbatên girtiyan bi zexta darazê re rû bi rû dimînin.     Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar   ‘BI QANÛNA HEYÎ RE ELEQEYEKE HERÎ BIÇÛK JÎ NÎNE’    Kanar, anî ziman ku şandina pereyan a ji girtiyan re eleqeya xwe bi qanûna heyî re nîne û wiha got: “Tişteke wisa nîne. Ev pêkanînên wiha encax bi pêkanînên bi mantixa hiqûqa şer a dijmin bên kirinin. Di serdema darbeya leşkerî ya faşîzma 12’ê Îlonê jî ev pêkanînên wiha nebûn. Di vê serdemê de yek dozek nîne ku ji ber şandina pereyan a ji girtîgehê re hatibe vekirin.”   ‘HER TIŞT BI RÊYÊN QANÛNÎ TÊ KIRIN’    Kanar, destnîşan kir ku di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de “Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê” heye lê hin regêzên vê yên diyar hene û got: “Ewilî rêgezên vê qanûnê hene. Li gorî vê qanûnê divê bi awayekî îllegal û rast e rast pereyekî zêde bidin rêxistinê an jî bi pêkhatina armanca rêxistinê divê ev pere hatibe dayîn. Niyeta ewil ev e. Lê di bûyera Hatîce Yildizê de niyeteke wiha nîne. Ji ber ku xebatên rêxistinî yên kesekî di girtîgehê de nînin. Her tişt bi rêyên qanûnî û di bin kontrola dewletê de tê kirin. Ji ber vê yekê mirovê di girtîgehê de ji bo pêdiviyên wî bên bicihanîn dikare ji malbata xwe pereyan bixwaze û ev jî dikare di bin kontrola dewletê de were kirin. Di rewşeke wiha de tu eleqeya malbatên girtiyan bi vê qanûnê nîne.”   ‘HATÎCE YILDIZ BI AWAYEKÎ KEYFÎ HATE GIRTIN’    Ercan Kanar, bi lêv kir ku di serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê de bi her awayî pêkanînên keyfî zêde bûne û got: “Ji bo ku rêxistin were fînansekirin, divê bi awayekî îllegal bi rêxistinê re bikevin têkiliyê û pereyekî zêde bidinê. An ku divê bi niyeta ji bo rêxistin li gorî armanca xwe xebatan bike pere were şandin. Niha di bûyera Hatîce Yildizê de niyeteke wiha nîne. Bi temamî pêkanîneke keyfî ye û em dibîhisin ku heman pêkanîn li hin cihên din jî hene. Di dema vê desthilatê de bi her awayî hiqûqa şovenist û dijminatiyê tê pêkanîn.”   ‘TIRKIYE DÊ LI DIJÎ HEMÛ CÎHANÊ REZÎL BIBE’    Kanar, diyar kir ku divê cezayê li Hatîce Yildizê hatiye birîn ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve bê xerakirin û jinûve were darizandin û ev tişt got: “Heke AYM vê biryarê bipejirîne dê Tirkiye li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) teqez were mehkûmkirin û dê ji hemû cîhanê re rezîl bibe.”   ‘JI DEWLETA QANÛNÊ DERKETIYE’    Kanar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev pêkanîn, pêkanîneke ku encax li pergalên faşîst ên Efrîka û Asyayê were kirine. Tirkiye bi desthilata AKP’ê re demekî dirêje ji dewleta hiqûqê derketibû lê êdî ji dewleta qanûnê jî derket.”   MA/ Esra Solîn Dal