Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin 2024-04-03 09:53:08   RIHA - Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan di meşa sala 2009’an a ber bi Amarayê de hatin qetilkirin û lêpirsîna derheqê wan de ev 15 sal in bênencam e.    Di 4’ê Nîsana sala 2009’an de bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşa “Rêwîtiya ber bi Rojê ve” hat lidarxistin. Di meşê de Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan hatin qetilkirin. Ev 15 sal in tu pêşketin di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Dag û Karaoglan de çênebûye. 10 hezar kes tev li meşê bûn û dema meşvan ber bi Amarayê ve dimeşiyan, li devera Karataşê ya navçeya Bêrecûkê pêşiya wan ji hêla polîs û leşkeran ve hate girtin. Polîs û leşkeran bi bombeyên gazê êrişî meşvanan kirin. Tevî astengkirinan jî welatiyan berîqet derbas kirin û bi dehan kes birîndar bûn. Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag a ji navçea Pirsûsê ji ber bombeyên gazê yên hatin avêtin jiyana xwe ji dest dan.    Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê têkildarî qetilkirina Karaoglan û Dag lêpirsîn da destpêkirin lê ev 15 sal in tu pêşketin çênebûn. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê piştî redkirina doza tazmînata îdarî, 3 sal berê bi sedema “lêpirsîneke bibandor nehate kirin”, dosyayên Karaoglan û Dag birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).    KESÊN TEV LI MEŞÊ BÛYÎN HATIN DARIZANDIN    Tevî serlêdanên sûc jî derheqê polîs û leşkerên ku bi dehan kes birîndar kirin de bi hinceta “kêmasiyên di dosyayê de” doz nehatin vekirin. Lê derheqê kesên tev li meşê bûyîn de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Her çend endamên rêxistinê nebin jî di çarçoveya fermanên rêxistinê de tev li çalakiyan bûne” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” doz hatin vekirin û hatin darizandin. Di gelemperiya dozan de cezayê hefsê hate birîn. Dozgeriya ku malbatên gilî kirin guhdarî nekir û têkildarî kapsula bombeya gazê ya li serê Mûstafa Dag ketî rê li ber mirina wî vekirî, îfadeyê tu leşker û polîsan negirt.    Parêzerê malbatê Sedat Gozkiran têkildarî dosyaya lêpirsînê û polîtîkayên necezakirinê ji ajansa me re axivî.    LÊPIRSÎNA ÎDARÎ Û CEZAYÊ TUNE YE   Gozkiran, bi bîr xist ku bi deh hezaran kes tev li Meşa Amarayê ya di 4’ê Nîsanê de bûbûn û van kesan mafên xwe yên hiqûqî bi kar anîne. Gozkiran, wiha domand: “Gelek hêzên ewlekariyê ji bajarên cuda anîbûn wê derê. Di sala 2009’an de li gelek cihan xwepêşandanên demokratîk dihatin lidarxistin û emniyetê mudaxile dikir. Mudaxileyî kesên dixwestin biçin Amarayê jî kirin. Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan jiyana xwe ji dest dan. 7 kes jî birîndar bûn. Pêvajoya dozê jî ji wê rojê ve didome.”    Bi domdarî Gozkiran da zanîn ku derheqê kesên berpirsyartiya wan di bûyerê de hebû gilî kirine û wiha pê de çû: “Dag û Karaoglan ji ber kapsûlên bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet jî di rapora otopsiyê de jî eşkere bû ku Mûstafa Dag di encama êrişa bi çekê de jiyana xwe ji dest daye. Ev hatiye qebûlkirin lê heta niha jî nehatiye eşkerekirin bê ka kê ew fîşekên gazê avêtine û ‘delîl’ nehatine dîtin. Di sala 2015’an de ji Dozgeriya Bêrecûkê, Emniyeta Rihayê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan re nivîsên pêwîst hatine nivîsandin. Hat xwestin ku şexs bên tespîtkirin, ji hemû yekîneyên tev li wê pêvajoyê bûne agahî hatin xwestin lê emniyet û cendirmeyan îdia kirin ku agahî li ber destê wan nînin. Lewma hêj nehatiye tespîtkirin bê ka kê çeka fîşekên gazê diavêje bi kar aniye. Her wiha tu lêpirsînên îdarî û cezayî nehatine vekirin. Ev 15 sal in ‘kesên kiryarnediyar’ ji hêla dozgeriyê ve tên lêpirsîn. Meqamên peywirdar agahiyên pêwîst nadin lewma jî xwegihandina faîlan mimkin nîne.”    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ   Di berdewamê de Gozkiran got ku 3 sal piştî bûyerê malbatên Dag û Karaoglan serî li DMME’yê dane û ev 12 sal in tu biryar nehatine dayîn. Gozkiran, diyar kir ku ew li benda biryara DMME’yê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema aliyê bûyerê dibe hêzên ewlekariyê, polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê. Ji roja damezirandina komarê heta niha ev rewş wiha ye. Li her devera welat wisa ye lê li bajarên kurdan pir zêde ye. Meqamên peywirdar dema daxwazeke me jê çêdibe, ji faîlan van agahiyan daxwaz dikin. Mîna di dosyaya me de, belge û agahî nayên parvekirin. Ev jî pêvajoyê dirêj dike. Têkildarî vê mijarê mewzûateke qanûnî heye lê nayê cîbicîkirin lewma jî encamek jê dernakeve û tê sekinandin. Gelek dosya bi demborînê re rû bi rû dimînin.”    ‘DIVÊ LI GORÎ HIQÛQÊ TEVBIGERIN’   Gozkiran, da zanîn ku mafê civîn û xwepêşandanan mafekî destûra bingehîn e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev, mafekî destûra bingehîn e û hêzên ewlekariyê ji bo vî mafî ya ku ji dest tê divê bikin. Lê belê mudaxileyî mirovan dikin û qetil dikin. Her wiha hemû dosya bi necezakirinê biencam dibin. Heke welatekî demokratîk be, dê dosyayên wiha neyên girtin. Kesên bombeyên gazê bi kar tînin diyar in. Rewşekî demokratîk dikare van pirsgirêkan tevan çareser bike. Bendewariya me ew e ku li gorî hiqûqê tevbigerin.”    MA / Emrûllah Acar