Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan 2024-04-02 22:14:51   ÎDIR -  Li Îdirê bi hezaran kes kuçe û kolan li ber çûnhatinê girtin û xespa AKP'ê ya li Wanê protesto kirin.    Gelê Îdirê, danê êvarî li ber buroya hilbijartinê ya Zagorsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li hev kom bû û bi dirûşmeyan nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, protesto kir.    Bi hezaran kes paşê kuçe û kolan li be rçûnhatinê girtin û xwedî li vîna Wanê derketin.    Bi hezaran kes bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" biryara navborî protesto kirin.   Girse niha protestoya xwe li kuçe û kolanan didomîne.