Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan 2024-04-02 21:30:34 WAN -  Protestoyên li dijî darbeya AKP'ê piştî firtaroyê jî didomin. Ciwan, li gelek deverên bajêr agir vêxistin.   Piştî bi "fermana" AKP'ê mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan hatin îadekirin, li Wan protesto dest pê kirin. Portesto piştî fitariyê jî didomin.   Li gelek deverên bajêr gel biryara navborî protesto dike. Ciwanên ku li kolanên Cumhûriyet, maraş û Akkopruyê agir vêxistin, dirûşme berz kirin. Li gelek deverên pajêr pevçûn û êrişên polîsan didomin.