Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-04-02 18:06:47   STENBOL - Di encama şewata ku di avahiyeke bilind a li navçeya Beşîktaş a Stenbolê derket de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li Kolana Gundogdû ya navçeya Beşîktaş a Stenbolê di avahiyeke 16 qatî ya ku wekî klûbeke şevê dihat bikaranîn de şewat derket. Tê texmînkirin ku di şewatê de di dema nûkirina klûba şevê de çûbûye, 29 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Hat diyarkirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ew kes in ku di karê nûkirina klûba şevê de dixebitîn.   Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de 5 kes hatine binçavkirin.