DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir 2024-04-02 16:53:19   AMED – DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo rayên nehatin qebûlkirin û di girtenameyan de nehatin tomarkirin û ji bo bikaranîna dengên komî, îtiraz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)ji bo encamên Çêrmûga Amedê îtiraz kir. DEM Partiyê ji bo dengên nehatin qebûlkirin û li girtenameyan nehatin tomarkirin û ji bo dengên komî îtiraz kir.    Parêzerên partiyê daxwaznameya îtirazê dan Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku dengên di sindoqên bi hejmara 1010, 1013, 1023, 1027,1043, 1048, 1050, 1051, 1058, 1059, 1060, 1063, 1067, 1072, 1073, 1081, 1083, 1095, 1102 û 1131'ê yên nehyatine qebûlkirin, di girtenameyê de nehatine tomarkirin.    Di daxwaznameya îtirazê de hat diyarkirin ku hin deng bêyî hinceta nehatine qebûlkirin û wiha hat gotin: "Ger girtenameyên encamê yên sindoqê bên lêkolînkirin dê ev yek bê tespîtkirin. Di dema hejmartina dengan de li dijî pîvan û biryarên YSK'ê dengên derbasdar wekî nederbasdar hatine hesibandin."    Her wiha di daxwanameyê de hat diyarkirin ku hatiye tespîtkirin ku di sindoqa 1027'an de dengên komî hatine bikaranîn.