Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn 2024-04-02 10:07:48   ŞIRNEX  - Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak ku bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşkerên li Şirnexê ji bo hilbijartinê li bajar hatibûn veguhestin da, ev tişt anî ziman: “Xelkê Şirnexê bi ser ket. Tişta wan kirî tenê dizîna îradeya gel e.”    Li navenda Şirnexê bi rêya veguhestina bi hezaran leşker û polîsan vîna gel hate xespkirin. Dîmenên kêliya ku leşker û polîs ji bo dengdayînê anîn ser sindoqan hatin qeydkirin. Berteka li pêşiya Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl nîşanî polîs û leşkeran hatiye dayîn, mohra xwe li hilbijartinê da. Ji welatiyên Şirnexê Suleyman Salgucak (61) li pêşiya dibistanê bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsan da. Dîmenên behsa xeberê, bû sembola berteka li dijî “hilbijêrên” veguhestî.    ‘ÎRADEYA GEL DIZÎN’   Salgucak ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û tiştên di roja hilbijartinê de qewimîn weke “rewşa ji tayînkirina qeyûman xerabtir” nirxand. Salgucak, wiha domand: “Bi hezaran leşker ji deverên weke Mugla, Yozga, Îzmîr û hwd. anîn. Ew leşker bi zorê anîbûn. Ew jî guneh bûn. Perîşe bûbûn. Bi pereyê vî gelî bi dehan otobûsan leşker anîn vê derê. Tenê ji bo Şirnexê bi dest bixin. Wan Şirnex qezenc nekir. Xelkê Şirnexê Şirnex qezenc kir. Wan îradeya gel dizîn.”    Salgucak, got ku weke kesekî ji Şirnexê nedikariya li hemberî tiştên hatine kirin bêdeng mabûya û wiha domand: “Xelkê Şirnexê vê qebûl nake. Xelkê dengê xwe da xwe. Lê li îradeya gel qeyûm tayîn kirin. Ji bo ku nûnerên gelê kurd li wir rûnenin wisa kirin. Roja berê pir bi zora min çû. Min ewqas otobûs dîtin. Ji her deverê anîbûn. Plakayên van wesayîtan li holê bûn. Bi pereyê gel vîna gel dizîn.”    ‘BILA HILBIJARTIN JINÛVE BÊ LIDARXISTIN’   Salgucak, destnîşan kir ku ji bo hîn bibe bê ka ev leşker ji ku hatine pirsa “Biaxive, hûn ji ku ne?” kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji tirsan nedikariyan biaxivin. Ne ku ji min ditirsiyan lewma, ji ber ku ji kesên ew anîbûn ditirsiyan lewma niediaxiviyan. Xelkê Şirnexê seknekî pir xurt raber kir lê tiştekî ji tayînkirina qeyûm xerabtir kirin. Ez spasiya gelê me dikim. Dê têkoşîna me bidome. Tişta ji destê tê em ê bikin. Lê divê hilbijartinên li Şirnexê jinûve bên lidarxistin.”    MA / Omer Akin