Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê 2024-04-01 23:32:24   ŞIRNEX - Hevşaredarên Cizîrê ku di pîrozbahiya DEM Partiyê ya li Cizîrê de axivîn, serketina xwe diyarî gelê Şirnexê kirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Cizîrê serkeftina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir. Bi hezaran kesên li ber avahiya navçeyê kom bûn, bi fîşekên hewayî û meşaleyan serkeftinê pîroz kirin. Bi hezaran kesî dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin.   Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Nûrcan Alturk ku di pîrozbahiyê de axivî, got: "Berxwedana me ya birûmet û serbilind pîroz be. Duh li Şirnexê talaneke mezin kirin. Diz û hîlekar mil dan milê hev şaredariya me desteserkirin. Bi otobusan ji metrepolên Tirkiyeyê leşker anîn Şirnexê. Em bi gelê xwe bawer in. Em li li Elkê, li Şirnexê bi ser ketin. Em minetdarê gelê xwe ne. Serkeftina me pîroz be."   Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş jî serkeftinê pîroz kirin û diyarî gelê Şirnexê kirin û gotin ew ê vîna xwe teslîm nekin.