Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya 2024-04-01 15:41:44   ŞIRNEX - Li Qilebanê bi sedan kes li dijî nelirêtiyên hatin kirin bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” heta lijneya hilbijartinê ya navçeyê meşiyan.    Li navçeya Qileban a Şirnexê welatî li dijî nelirêtiyên di hilbijartinê de meşek li dar xistin. Li dijî hewldana AKP’ê ya bi 2 hezar û 500 dengên veguhestî hilbijartinê xesp bike, welatî bi bertek in. Li navçeya ku li gorî encamên ne fermî AKP bi rêjeyeke gelekî kêm li pêş e, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îtîrazî encaman kir. Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya DEM Partiyê ya navçeyê hatine wergirtin ferqa dengan heta 127’an ketiye.      Qilebaniyên bertek nîşanî van encaman dan, ji rêxistina navçeyê heta Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û bi sedan kes tev li meşê bûn. Di dema meşê de dowîzên “Biaxive! Tu ji ku yî?” û “Hûn kole ne” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Diz dê hesabê bidin dizan” , “Qileban xwedî li vîna xwe derkeve” berz kirin.    Bendemayîna girseyê ya li ber lijneya hilbijartinê didome. Ûysal û kesên pê re ji bo îtîrazê bi lijneyê re hevdîtin kirin.    'HEZAR Û 300 RAYÊN DIZIYÊ HATINE BIKARANÎN'   Pişti hevdîtina bi lijneya hilbijartinê re parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslanê daxuyanî da. Ûysalê diyar kir ku di hilbijartina ku hatiye li dar xiatin de nêlirtiyên cidî çêbûne û got: "Hûn dizanin li Şirnexê û li tevahiya Kurdistanê bi hezaran dengên sexte xwestin ku îradeya me xesp bikin. Yek ji deverên ku ev pêkanîn pêk anîn jî navçeya Qilebanê bû. Lê gelê Qilebanê bi sekna xwe û helwesta xwe roja hilbijartinê de îradeya xwe nîşan da. Îro derdê me ne tenê şaredariyeke xespkirina îradeyê ye.  Niha nêzî hezar û 300 leşkeran li vir dengê xwe daye. Ew hilbijêrên sexte, diz û ê ku li vir ne dije li ser vîna vî gelî biryar dide. Ji şevê din heta niha gelê me yê peyvirdar gilî û îtîrazên xwe yên pêwîst dike. Bêhiqûqî hatiye tespîtkirin. Hin dengên ku hatin avêtin û nehatine diyarkirin ê tespîtkirî jî hene. Lijneya hilbijartinê di destpêkê nexwest ku bi me re hevdîtinê bike. Piştî ku ev xwedî derketina we dît nêçar ma ku hevdîtîn bike. Dema ku gel xwesî derdikeve gel encam jî digire. Lijne îro nagihine hev, dê sibê civîna xwe li dar bizin û piştre îtîrazên ku me kirine binirxînîn. Ev îtîraz heke ku hate qebûlkirin dê jimar ji nûve bê kirin. Em ê sibê benda biryara wan bin. Divê ku gelê me dev ji vîna xwe bernede û heta dawiyê jî berxwe bidin. Kes nikare vîna gelê me bi leşkeran ê polîsan xesp bike.”