Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê 2024-04-01 13:58:23   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li Wan û Agiriyê serkeftina hilbijartinê pîroz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê serkeftineke dîrokî bi dest xist û li gel Bajarê Mezin, temamiya şaredariyên navçeyan bi dest xist. DEM Partiyiyên ku tevahiya şaredariyan bi dest xistin, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ku gel herikiyê serkeftina hilbijartinê pîroz kirin.    DEM Partiyê serkeftina hilbijartinên şaredariyê ya li Agiriyê jî bi hevdîtina bi gel re li Qada Tahîr Elçî pîroz kir.