Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket 2024-04-01 13:56:04   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê têkildarî hilbijêrên ku AKP’ê û MHP’ê veguhestin bajarên Kurdistanê parvekirinek kir, wiha got: “bila kes bi derewên fermî nexape, li Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî hilbijêrên “veguhestî” parvekirinek kir. Bakirhan di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya X’yê kir de wiha got: “Gelê Şirnex, Bedlîs û Qersê yên hêja, hevrêyên min ên hêja, dixwazin şaredariyên me yên bi ked û têkoşîneke mezin bi dest xistin bi hilbijêrên qeçax xesp bikin. Gelê me yê Şirnexê yê rûyê spî yê têkoşîna me ye, encam çi dibe bila bibe em her tim bi we serbilind in. Li Şirnexê li dijî 6 hezar û 541 hilbijêrên qeçax ê ku bi ser ket gelê Şirnexê yê berxwedêr e. Gelê Şirnexê xwedî li vîna xwe derket. Bila kes bi derewên fermî nexape. Em ê destûrê nedin ku bajarên me bi dengên kesên ji pirsa me ya ‘Tu ji ku yî?’ re nekarîn bersivê bidin. Pirsa ‘Tu ji ku yî’ şimaqa li feraseta kedxwar hatiye dayîn e. Her girtek yek bi yek tê lêkolînkirin, gelê Şirnexê bi ser ket. Ez ji gelê Şirnexê yê ku ji sibê ve li ser piyan e re rêz û silavên xwe dişinim. Her bijî Şirnex.    EM Ê BEDLÎSÊ JI WAN RE NEHÊLIN    Li Bedlîsa ku dilê edalet, îrfan û çandê ye me serkeftineke mezin bi dest xist. Hîleya hilbijêrên qeçax û betalkirina dengên me darbeya li vîna gel e. Em vê darbeyê qebûl nakin. Îtîrazên me yên qanûnî didomin û Bedlîsê ji xespkaran re nehêlin.   Û Qers. Kesên difikirin ku bi 3 hezar û 842 hilbijêrên qeçax ên hatin veguhestin bi serketine di wijdana gelê Qersê de hatine mehkûmkirin û hatine têkbirin. Dema em li Qersê hilbijêrên heram bidin aliyekî bi 1386 dengan bi ser dikevin. Encama Qersê çi dibe bila bibe ya me ye. Qers ya me ye. Kes nikare têkçûnê li me ferz bike. Em her cure têkoşîna hiqûqî û siyasî didomînin.      Me kedên mezin dan, li van bajaran xwedana me, bîra me, kevneşopiya têkoşîna me heye. Ez her hevalekî me ji ber serkeftina bi dest xistine yek bi yek pîroz dikim.    Em bang li raya giştî ya demokratîk û mûxalefetê dikin ku xwedî li vîna gel a tê xwestin bi hilbijêrên qeçax were xespkirin derkevin.    Em bi awayekî vekirî bînin ziman, di serî de li Şirnex, Bedlîs û Qersê kesên difikirin ku li dehan bajaran bi hilbijêrên qeçax bi ser ketine rewa nînin. Em bang li herkesê dikin ku rêzê nîşanî vîna gel bidin.”