‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir 2024-04-01 12:35:05   BEDLÎS - Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş dîmenên “hilbijêrên” veguhestî yên li bajar parve kir û wiha got: “Veya hilbijêrên AKP û Nezrûllah.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê ji bo zêdetirî hezar dengên li navenda Bedlîsê nederbasdar hatine hesibandin îtîraz bike. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê Nezîr Karabaş, dîmenên têkildarî “hilbijêrên” veguhestî yên AKP’ê anîn bajar parve kir. Karabaş, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal dîmen bi vê nîşeyê parve kir: “Vaye hilbijêrên AKP û Nezrûllah. Bêguman dê xelkê Bedlîsê vê alçaxiyê, van kesên nayê zanîn bê ka ji ku hatine û ji bo xespkirina vîna gel li bajar hatine veguhestin ji bîr neke.”    Li gorî encamên nefermî; li navenda Bedlîsê AKP’ê 8 hezar û 900 deng û DEM Partiyê jî 8 hezar û 702 deng stand. Li bajar 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. Hat îdiakirin ku li gorî reqemê fermî AKP’ê bi ferqekî bi qasî 196 dengan bi ser ketiye. Tê payîn ku DEM Partî li dijî dengên nederbasdar hatine hesibandin îro careke din îtîraz bike.