Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin 2024-04-01 11:45:20   ŞIRNEX - Şandeya ewropî ya ji bo hilbijartinên herêmî yên Şirnexê hatibû navçeya Qilebanê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên giran pêk hatin û wiha got: “Gef li xelkê navçeyê hatine xwarin û zextên lê hatine kirin. Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokrakîk de nehat kirin.”   Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kes çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Li bajarên bakurê Kurdistanê hilbijartin ji saet 07.00’ê ve dest pê kir û saet di 16.00’ê de jî sindoq hatin girtin. Ji kêliyên ewil ên hilbijartinê ve bêusûlî û binpêkirin jî dest pê kirin. Li rexekî îktîdara AKP-MHP’ê zêdetirî 46 hezar hilbijêrên “veguhestî” ku ji leşker û polîsan pêk dihat xwest bandorê li encamên hilbijartinê bike, li rexa din jî bi zext û rêbazên cuda xelkê Bakur ji sindoqê dûr bixe.    Yek ji cihên ku bêhiqûqî,listîk û hîle lê herî zêde hatine kirin jî navçeya Qileban a Şirnexê bû. Bi hezaran leşker û polîsên “veguhestî” ji bo dengdayînê ji bajarên Tirkiyeyê bi otobûsan anîn navçeyê û binpêkirin jî di tevahiya rojê de dom kirin. Li navenda navçeyê 27 sindoq hatibûn danîn, bi dehan leşker û polîs di baxçeyên dibistanan de hatin bicihkirin. Tevî hemû nerazîbûnên DEM Partiyê jî leşker ji dibistanan nehatin derxistin.    ŞANDEYA EWROPÎ RAPORA BINPÊKIRINAN AMADE KIR   Şandeya ewropî ku ji endamên Partiya Çep a Ewropayê yên fransî, swîsreyî, almanî û lîdvanyayî pêk dihat, ji bo çavdêriya hilbijartinê hatin Şirnexê. Şande hate astengkirin û destûr nehat dayîn ku bikevin dibistanan. Şandeyê jî têkildarî binpêkirinan raporek amade kir. Endamên şandeyê çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.     ‘BI SEDAN LEŞKERAN DENG DAN’   Ji endamên şandeyê Zelal Zalatustra diyar kir ku di hilbijartinê de binpêkirinên giran ên mafan hatine kirin û wiha got: “Em ji bo şopandina hilbijartinê hatin vê derê. Weke du kom em li navçeyan belav bûn. Yek ji me li Elkê û yek ji me jî li Qilebanê hilbijartin şopand. Şandeyeke me jî weke çavdêr li hemû navçeyên Şirnexê geriya. Bi taybet piştî şerê sala 2015’an li Şirnexê binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk hatin û li herêmên bakurê Kurdistanê sewqiyateke mezin a leşkeran çêbû. Ji ber zextên siyasî û leşkerî, bi taybetî me xwest em li Şirnexê hilbijartinê bişopînin. Me dît ku gelek leşkerên ji derve roja hilbijartinê de ber bi van herêman ve hatin sewqkirin. Hate xwestin ku rêjeya dengê gelê sivîl kêm bikin.”   Bi domdarî Zalatustra anî ziman ku ew bûn şahid ku hewldana xespkirina vîna gel çêbûye û wiha pê de çû: “Em li vir li 7 dibistanan geriyan. Li her dibistanekê bi dehan leşker ketin deriyên sereke yên dibistanan, deng dan û leşkeran bi unîformayên xwe zext li hilbijêran kirin. Her wiha sindoqên dengdanê nehatin mohrkirin. Ji ber ku sindoq nehatin mohrkirin, ev tê wê wateyê ku her kêliyê dikarin deriyê wê sindoqê vekin û bigrin. Binpêkirinên cidî hebûn. AKP bi vî rengî, bi awayeke neheq û bi awayeke neadilane bi ser ket.”    ‘ZEXT LI GEL KIRIN Û GEF LÊ XWARIN’   Endama şandeyê Sosin Sonnenberg jî daxuyand ku encamên hilbijartinê dê bi xwe re xetereyên mezin bîne û ev tişt anî ziman: “Dema ez Almanyayê didim ber, nikarim bibêjim li vir hilbijartineke demokratîk pêk hatiye. Li Kurdistanê hilbijartineke ne demokratîk hat kirin. Gelek leşker û polîs bi çekên xwe li baxçeyên dibistanan disekinîn û gef li hilbijêran xwarin. Em çûn malên hin malbatên AKP'î. Ji me re gotin ku zext li wan hatine kirin, gef li wan hatine xwarin û bi bedela pereyan de jî dengê xwe dane AKP’ê. Heke AKP li Qilebanê bi dest bixe, dê rapora me jî piştrast bibe.”   MA / Zeynep Durgut