Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket 2024-04-01 11:01:35   AMED - Li navçeya Pasûrê ya Amedê ku bi bêusiliyan dest bi hilbijartinê kir, encamên sindoqan diyar bûn. Gel bersivek mezin da hilbijêrên "veguhestî" û DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket.    Li navçeya Pasûra Amedê 2 hezaran zêdetir hilbijêrên veguhestî deng bi kar anîn. Tenê di Dibistana Navîn a Ataturkê de nêzî hezar hilbijêrên veguhestî çûn ser sindoqan. Hilbijêrên din ên veguhestî jî di Dibistana Seretayî ya Seyrekê, Dibistana Navîn a Çolcan Aydin a li gundê Şêx Hemze û Dibistana Navîn a Ûzûnovayê dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên nefermî li navçeya Pasûrê ji sedî 99'ê sindoqan hatin vekirin û tevî hemû bêusiliyên hilbijartinê û hilbijêrên veguhestî, DEM Partî wek partiya yekemîn bi ser ket.   2019’AN QEYÛM HATE TAYÎNKIRIN   Di hilbijatinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredariya Pasûrê ji 22 hezar 904 dengên, 8 hezar 866 deng girtin û ev yek jî wek rêje dibe ji sedî 49. Lê di 17’ê îlona 2019’an de Wezareta Karên Hundirîn qeymeqamê Pasûrê Mûstafa Gozlet li şaredariya Pasûrê wek qeyûm tayîn kir.    HEZAR Û 945 DENG BETAL BÛN   Li gorî encamên nefermî namzetên hevşaredariyê yê DEM Partiyê Mûrat İpek û Fatma Ay li Pasûrê ji 19 hezar 522 dengên hatine dayîn; 9 hezar û 834 deng girtin û bi rêjeya ji sedî 55,95’an bûn hevşaredar. Li navçeyê, AKP’ê tevî hibijêrên veguhestî 5 hezar û 716, YRP’ê 867, CHP’ê 476, HUDAPAR’ê 336 û ÎYÎ Partiyê jî 164 deng girtin. Li aliyê din hezar û 945 deng jî betal bûn.