Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket 2024-04-01 08:41:50     STENBOL - Li Esenyurtê ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin û namzetê CHP’î Ahmet Ozer ku DEM Partî di çarçoveya “lihevkarina bajar” de piştgirî daye wî, bû yekem.    Li navçeyên herî mezin ê Stenbolê Esenyurtê ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin. Namzetê CHP’ê Ahmet Ozer ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “lihevkirina bajar” de piştgirî deye, bi sedî 50.09’ê dengan li pêş e.    Di sindoqa AKP’a bûye partiya duyem jî ji sedî 39,94’ê dengan girt.    Encamên sindoqan piştrast nebûbin jî endamê CHP’ê Ahmet Ozer bi ferqekî mezin li pêş e û pîrozbahî dest pê kirin.    Hilbijêrên DEM Partiyê pîrozbahiyan li pêşiya avahiyê rêxistina navçeyê li dar dixin.