Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin 2024-04-01 01:37:40   BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî li pêşiya avahiyê Bedlisê destnîşan kir ku encamên tên parvekirin rastiyan venabêjin û wiha got: “Em ê destûr nedin yek dengê me jî were xespkirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê têkildarî hewldanên AKP’ê yên “avakirina danezanê” li pêşiya avahiyê rêxistina bajar daxuyanî da. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan, Sezaî Temellî û Serhat Eren gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bedlîs ranezê, xwedî li dengê xwe derkeve” hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku ew di bajarên Kurdistanê de serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha axivî: “Li çend navçe û bajaran bi hîle, avakirina danezanê û hilbijêrên veguhestî, dixwazin di nûçeyên tên belavkirin de xwe wek serkeftî nîşan bidin. Li gelek bajaran de DEM Partî bi ser keftiye. Me şahidî kir ku AKP bi ser avakirina danezanê dixweze xwe wek serkeftî nîşan bide. Tiştekî wisa nîn e.”     DENG DÊ JI NÛ VE BÊN JIMARTIN   Temellî da zanîn ku gelek dengên hatine betalkirin hene û axaftina xwe wiha domand: “Em bi hemû yekineyên xwe yên hiqûqî û rayedar îtîrazên xwe dikin. Gelek deng beyî sedemeke maddî hatine betalkirin. Deng bi awayeke keyfî an hatine betalkirin an jî bi ser navê partiyeke din hatine jimartin. Bi vî awayî dixwazin îradeya gel xesp bikin. Ev vê yekê qebûl nakin, dê heya dawiyê li pey mafê xwe bin. Em ê destûr nedin yek deng jî were xespkirin.”    DEM Partiyî piştî daxuyaniyê derbasî lijneya hilbijartinê ya bajar bûn û îtirazî encaman kir. Bi ser vê yekê hat gotin ku dê deng jinûve werin jimartin.