Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar 2024-04-01 00:11:47   AMED – Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar û mohra “erê” şikand.   Li navçeya Pasûra Amedê binpêkirin xelas nabin. Li Dibistana Navîn ya Ataturkê ku ji hezaran zêdetir hilbijêrên veguhestî lê deng dan, polîsekî xwest bi telefona xwe ve biçe dengê xwe bide. Peywirdarên ser sindoqa 1079’ê bertek nîşan dan û nehiştin polîs bi telefona xwe biçe pişt perdeyê. Polîsî jî li hember vê yekê gef li peywirdaran xwar û got ku “Ka ez bibînim hûn kesekî bi telefonê bixin hundir, hûn ê wê çaxê bibînin.” Her wiha gava dengê xwe bi kar anî jî mohra “erê” ya di kabînê de şikand.    Peywirdaran jî li dijî vê yekê girtek girt û bi rêya parêzeran giliyê polîsî kirin.