YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin 2024-03-31 23:15:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK Ahmet Yener daxuyand ku ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin û da zanîn ku hatina daneyên encamên sindoqan berdewam dikin. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî da. Yener destnîşan kir ku heye niha ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin û diyar kir ku hatina daneyên encamên sindoqan jî berdewam dikin.    Yener wiha axivî: “Encamên ku heya niha diyar bûne ji hemû partiyên siyasî û gelê me re ser xêrê be. Daxuyaniya me ya dawî ya îro bi vî awayî ye. Em dikarin sibê li gorî encaman nirxandineke giştî bikin.”