Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû 2024-03-31 22:56:34   MÊRDÎN - Li Kerborana ku bi sedan leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestinê DEM Partî bi ser ket.    Li navçeya Kerboran a desthilatê bi sedan leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestinê karûbarên hejmartinê temam bûn. Li gorî encamên ne teqez; li Kerboranê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket. Li gorî encamên ku neteqez in, DEM Partiyê li navçeyê bi ser ji sedî 50’yan de deng wergirt û AKP di ji sedî 43’yan de ma.    Piştî encamên sindoqan, li Kerboranê li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pîrozbahî dest pê kirin.    Li aliyê din li gorî encamên ne teqez DEM Partî li Artûklû, Dêrîk, Qoser, Nisêbîn û Şemrexê bi ferqeke zêde li pêş e.