CHP li tevahiya Egeyê li pêş e 2024-03-31 22:55:10   ÎZMÎR - CHP li tevahiya bajarên herêma Egeyê li pêş e û şaredariyên di destê AKP û MHP’ê de jê stand.    Partiya Gel a Komarê (CHP) şaredariyên temamiya bajarên Herêma Egeyê bi dest xist. CHP’ê ku di sala 2019’an de şaredariyên bajarên mezin ên Îzmîr, Aydin û Mûglayê bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de şaredariyê hemû bajaran û bajarên mezin bi dest xist.    Li gorî encamên ne fermî; Bajarê Mezin a Denîzliyê, Bajarê Mezin a Manîsayê, şaredariyên navendên Uşak û Afyonê, navenda Kutahyayê jî stand. Her wiha gelemperiya şaredariyên navçeyên Manîsa û Denîzliyê jî bi dest xist.    Di heman demê de CHP’ê li Îzmîrê şaredariyên navçeyên Bergama, Kinik, Kîraz û Bayindirê, li Mûglayê şaredariyên navçeyên Dalaman, Yatagan, Ula, Koycegîz, Fethiye û Ortacayê stand.