Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin 2024-03-31 21:47:50 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku li gorî girtekên bi îmzeya şil li Şirnex, Qers û Bedlîsê li pêş in û wiha got: “Li van bajaran hejmartina dengan hêdî kirin. We bi qeyûmên veguhestî nekarî bi serkevin, dev ji rêbazên cuda berdin.”   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên dawî yên hilbijartinê li navenda giştî daxuyanî da.    Dogan, da zanîn ku li qersê hezar û 200 dengan li pêş in lê şandina daneyan hatiye sekinandin. Dogan ev tişt anî ziman: “Em tevek ji hilbijartina berê dizanin bê ka hêdî şandina hilbijartina tê çi wateyê. Tirkiyeyê ev yek baş tecrube kiriye. Hewl didin têkçûna xwe bi vî awayî veşêrin û niha êrişî Şirnexê dikin. Hûn nikarin bi van rêbazan têkçûna xwe veşêrin. Li Qersê çi diqewime? Em bi ferqekî mezin li pêş in. Li gorî girtekên bi îmzeya şil em hezar û 200 dengan li pêş in. Lê êdî her çi bikin ku em dizanin çi dikin, hejmartina dengan a li Qersê dan sekinandin. Di heman demê de li Şirnexê jî hejmartina dengan hêdî kirine û li ber rawestînê ne.   RÊVEBERÊN ME YÊN ŞIRNEXÊ HATIN BINÇAVKIRIN    Tenê bi vê jî bisînor neman, hevserokê me yê Şirnexê Abdullah Gungen û, Hevserokê DBP’ê ya Bajar Sekvan Kilinç, ji rêveberên me Uzeyîr Kilinç û bi dehan ciwan hatin binçavkirin. Navenda me ya Şirnexê bêyî sedemek hebe gaz avêtinê. Li rexekî sindoqên nehatine vekirin li rexa din jî li gorî girtekên bi îmzeya şil em li pêş in. Lê tevî vê yekê sindoq nayên vekirin. Ser re jî dane nayên eşkerekirin.    LI PEY RÊBAZÊN CUDA NEKEVIN   Li Şirnex, Qers û Bedlîsê hejmartina dengan hatiye hêdîkirin. Li gorî girtekên bi îmzeyên şil em li pêş in. Li Colemêrgê jî heman rewş heye. Li gundê Ozmuş ê navçeya Xelfetî ya Rihayê dest danîne ser sindoqên bi hejmarên 1079, 1080, 1081 û 1082’yan. Ji van sindoqan yek jê hatiye şewitandin û nahêlin her sêyên din bên vekirin. Em li vir hemû rayedaran hişyar dikin; tişta ku we nekarî bi qeyûmên gerok pêk bînin, îcar niha jî hewl nedin bi rê û rêbazên din bi dest bixin. Dev ji vê hewldanê berdin.    TIŞTA HÛN DIKIN JI ÎRADEYA GEL MEZINTIR NÎNE    Di heman demê de em careke din bang li hilbijêr, dilxwaz, endam û hemû dilxwazên di lijneyên sindoqan ên DEM Partiyê yên li bajarên Qers, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs û Rihayê dikin ku ji kerema xwe deng û sindoqên xwe biparêzin. Em bi eşkereyî li pêş in û hewldanên wan vala ne. Tu tiştên dikin ji îradeya gelê me mezintir nînin. Dev ji van kiryarên xwe berdin.”