Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin 2024-03-31 21:44:53   STENBOL - Li dijî berpirsyarê Dibistana Seretayî ya Fatîh Sûltan Mehmet a navçeya Başakşehîrê Metîn Çîmendag ê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin.    Li dijî berpirsyarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Dibistana Seretayî ya Fatîh Sûltan Mehmet a navçeya Başakşehîr a Stenbolê Metîn Çîmendag êrişeke çekdarî hat kirin. Dema Çîmendag ji bo nimêjê diçû mizgeftê, rastî komeke êrişkar hat, hate derbkirin û bi çekê êriş lê hate kirin. Di êrişê de Çîmendag ji lingê xwe birîndar bû. Çîmendag rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku xetereyek li ser jiyana wî nîne.    Hat zanîn ku hêj tu êrişkar nehatine binçavkirin.