Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in 2024-03-31 20:48:42 QERS - Parlementera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniya ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de da zanîn ku li gorî girtekên destnîşankirî yên gihiştine lijneya hilbijartinê ya bajêr bi hezar û 200 dengan li pêş in.  Parlamentera DEM Partiyê ya Qerse Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê daxuyanî da û da zanîn ku li Qersê hezar û 200 dengan li pêş in. Daxuyaniya Koçyîgîtê wiha ye: “Li Qersê li gorî girtekên destnîşankirî yên gihiştine lijneya hilbijartinê ya bajêr em bi hezar û 200 dengan li pêş in. Gelek kêm ma ku ya ku ya me ye em bi dest bixin.”