Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket 2024-03-31 20:25:25   ŞIRNEX - Li gundê Roboskê DEM Partî bi hezar û 634 dengan bû partiya yekemîn.    Li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê ku di 28’ê kanûna sala 2011’an de 19 jê zarok bi giştî 34 kes lê hatibûn qetilkirin, DEM Partî hezar û 634 deng stand. AKP’ê tenê 256 deng stand. Hat diyarkirin ku dengê ji bo AKP’ê çûyîn jî yên cerdevanan û leşkerên li herêmê hatin veguhestin in.