DEM Partî li 11 bajaran li pêş e 2024-03-31 19:36:21   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî 3 jê bajarên mezin bi giştî li 11 bajaran li pêş e.    Li gorî daneyên ewil; Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Mêrdîn, Amed, Wan, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Îdir û Mûşê li pêş e.    Li bajarên Şirnex, Qers û Çewligê ku bi hezaran leşker û polîs lê hatine veguhestin jî pêşbirk di navbera DEM Partî û AKP’ê de derbas dibe.