Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir 2024-03-31 19:12:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Oy ve Otesiyê bang kir ku girtekên hilbijartinên 31’ê Adaê de li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bên barkirin.    Komeleya Oy ve Otesiyê ku ev 10 sal in ji bo ewlehiya sindoqan bi dilxwazî dixebtite û di 11 hilbijartinan de cih girtine, piştî bidawîbûna dengdayîna di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê banga “girtekan” kir. komeleyê bang li hilbijêrên 81 bajaran kirin ku girtekên di destê xwe de li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bar bikin.    Têkildarî mijarê li ser hesaba X’ê ya Komeleya Oy ve Otesiyê ev daxuyanî hate dayîn: “Hemû girtekan ji Oy ve Otesiyê re bişînin! Piştî parvekirina daneyan, ji saet 16.00/17.00’ê ve hûn dikarin li 81 bajarên Tirkiyeyê girtekên xwe li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bar bikin û pêvajoya hilbijartinê li gel me bi awayekî şefaf bişopînin.”