Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e 2024-03-31 17:04:00 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got divê tu kes guh nede agahiyên manîpulatîf û wiha got: “Ji niha ve ya herî girîng, parastina sindoqan e.”  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî daxuyaniya çaremîn da. Dogan, careke din bang li hilbijêran kir ku xwedî li sindoqan derkevin.    Dogan, got ku pir zêde agahiyên manîpûlatîf tên parvekirin û ev agahî parve kir: “Daneyên ewil hatin ber destê me. Heta ku em van daneyan parve dikin j3ı ji kerema xwe guh nedin agahiyên manîpulatîf.  Ji vê saetê ve ya herî girîng, parastina sindoqan e. Bi hezaran endamên partiya me ji navendê heta qadê bi koordînasyoneke mezin dixebitin. Banga me ji bo hevalên me yên li noqteyên yekkirinê ye; ji kerema xwe bi berpirsyartî û hesasiyeteke mezin tevbigerin. Heke em di dema pêwîst de mudaxile nekin, dê îradeya me were dizîn. Lewma divê peywirdarên sindoqan bi tu awayî cihê xwe terk nekin.