‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’ 2024-03-31 15:55:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li dijî hewldana xespkirina îradeyê ya bi polîs û leşkeran re, bang li kesên ku dengên xwe bikar neanîne kirin û wan vexwendin dengdayînê.    Karûbarên dengdayîna hilbijartinên herêmî berdewam dikin. Di vê hilbijartinê de leşker û polîsên ji bo xespkirina îradeya gel veguheztina bajarên Kurdistanê bûn rojeva sereke. Namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bersivê bidin bêusiliyên tên jiyîn, kesên hêj dengên xwe nedane, vexwendin dengdayînê.     AGIRΠ   Namzeta hevşaredariya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras ji ber gelek polîs û leşker di hilbijartinan de deng bikar anîn, banga “werin û îradeya xwe nîşan bidin” li gel kir.   Aras wiha axivî: “Di serî de ji gelê Agiriyê, ez  bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikim. Me serê sibê dest bi gerîna dibistanan kir. Gelek polîs û leşker anîn Agiriyê. Ev bêhiqûqî û zilmekî mezin e. Em li bendê ne ku gelê me ji vê bêhiqûqiyê re bêje ‘bes e’. Em gelê xwe vedixwînin sindoqan. Bila gelê me yê Agiriyê xwedî li îradeya xwe derkev. Dengdayîn saet 16’an dawî dibe.”   KONYA   Namzeta Hevşaredariya Cîhanbeyliyê ya DEM Partiyê Eylul Yaylaci di Lîseya Guven Belgîn a Anatoliyayê ya di navçeyê de ye dengê xwe bikar anî.    Yaylaci anî ziman ku bêusiliyên mezin ên hilbijartinê tên kirin û ev tişt gotin: “Em gelek bêusiliyan ser medya dijîtal dişopînin. Divê destûr nedin tiştên wisa û divê îradeya gel derkeve holê. Heta hilbijartin dawî dibe bila kes sindoqan neterîkîne.”   DÊRSIM    Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû berî ku çend deqe ji dawîbûna dengdayînan re mane, ser hesaba Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê a X’ê gel vexwend dangdayînê.    Kordu wiha got: “Em ji gelê xwe yê Dêrsimê re bang dikin ku di saetên dawî de seferber bibin û di sindoqan de îradeya xwe derxin holê. Em ji bo xizmet û paşerojeke wekhev her kesê vedixwînin dendayînê. Di Dêrsimê de em tev bi ser kevin, Bila Dersim bi ser keve. Em bi ser kevin.”    AMED   Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya Hezroya Amedê Hasibe Yazdik bal kişand ser girîngiya hilbijartinên îro û wiha got: “Roj roja hemû ked û îradeya xwe derbasî sindoqan kirinê ye. Dema dengdayîn dawî bûn bila em ser sindoqan bin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”    XARPET    Namzetên Hevşaredariya Depê yên DEM Partiyê Songul Duzgun û Cafer Ogur bertek nîşanî hilbijêrên ji derve hatine veguheztin da û wiha bang li Depiyan kirin: “Hêj dem heye, dengê xwe bikar bînin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ê li bajar jî banga dengdayînê ji gel kir û wiha got: “Serê sibê leşker anîn vê derê, deng li wan dan dayîn û çûn. Li vê derê wiha dibêjin; ‘Hûn nizanin, em dizanin’. Em jî li vê derê ji gelê xwe re wiha dibêjin, ‘werin xwedî li îradeya xwe derkevin.’”