Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin 2024-03-31 14:50:03   MÊRDÎN - Namzetê DEM Partiyê Ahmet Turk, têkildarî leşker û polîsên weke hilbijêr veguhestin Mêrdînê wiha got: “Ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirov veguhestine vê derê û hewl didin vîna gel xesp bikin.”   Leşker û polîsên weke hilbijêr hatine veguhestin li navçeyên Stewr û Kerboranê bi awayekî komî dengan didin. Li ser vê yekê namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo hilbijartinê bişopîne bi şandeyeke ji Fransayê hatiye re derbasî navçeya Stewrê bû.    Şandeya fransî ku xwest li dibistanên li navçeyê lêkolînan bike ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku ji wan re ferman hatiye dayîn di koma telefonên xwe de bi nîşeya “Teqez destûr nayê dayîn ku bikevin dibistanan” re wêneyên endamên şandeyê û agahiyên wan ên pasaportan şandin.    Di navbera polîsên ku destûr nedan şande bikeve dibistanê û DEM Partiyiyan de nîqaş derket.    JI RÛSYAYÊ HILBIJÊR ANÎN    Derket holê ku di lîsteyên hilbijêran ên bi Dibistana Navîn a Prof. Dr. Azîz Sancar ve hatin daliqandin de ji bilî bajarên weke Manîsa, Dîlok, Edene, Çorûm, Osmaniye, Mûgla û gelek cihên bajarên din ji Rûsyayê jî leşker û polîs veguhestine.    Ahmet Turk û şandeya pê re bertek nîşanî veguhestina leşker û polîsan a li navçeyê dan.    Turk, wiha got: “Li vî welatî beriya niha vîna gel hate îpotekkirin. Bi veguhestina leşker û polîsan li Stewr û Kerboranê hewl didin vîna gel bidizin. Tişteke ewqas ecêbe ku li kolana 125’emîn 250 hilbijêr hatine nivîsîn. Yek ji wan jî ne ji Stewrê ye. Li kolana ku 250 hilbijêr hatine nivîsîn jinek nîne. Ev vê yekê nîşan dide ku li wir ne malbat ne jî Stewrî hene. Lê ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirovan dişînin û hewl didin vîna gel bidizin.”   Turk, anî ziman ku kesên serî li van rêyên antîdemokratîk didin ji bilî tarîkirina pêşeroja Tirkiyeyê bi kêrî tiştekî nayên û gotin: “Îro leşker û polîs bûne polîs û leşkerên desthilatê. Divê leşker û polîs nîşan bidin ku ne polîs û leşkerên dewletê ne. Em ji vir bang dikin; heke hûn hêzên ewlehiyê bin, divê hûn bizanin ku hûn ji pêkanîna ewlehiyê berpirsyar in. Heke ji bo desthilata hinekan, ji bo hinek bên hilbijartin helwestê nîşan bidin hûn ê xiyanetê li rewşa xwe bikin.”   ALTIN: VÎNA GEL DÊ SERBIKEVE   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî da zanîn ku ji 343 hilbijêrên di sindoqekê de cih digirin 251 ji bajarên cuda anîne û bi lêv kir ku hemû li kolanê hatine qeydkirin. Guneş, anî ziman ku çi bikin bila bikin, gelê Stewrê dê xwedî li vîna xwe derkeve û got: “Di dawiya rojê de ya ku dê serbikeve dê bibe vîna gel.”