Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê 2024-03-31 14:36:06   AMED - Şandeya navneteweyî ya ku ji bo şopandina hilbijatinê hatibû Amedê, li navçeya Pasûrê serdana dibistanan kir.   Şandeya Navneteweyî ya ku ji bo şopandina hilbijartinê hatiye Amedê, li navçeya Pasûrê serdana çend dibistanan kir. Şande ji ewilî çû serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Pasûrê. Piştre jî şande çû serdana Dibistana Seretayî ya Ataturkê ku serê sibehê hilbijêrên qaçax lê dengê xwe bi kar anîbûn. Şande li wir ji hêla serokê lijneya hilbijartinê ya navçeyê ve hat pêşwazîkirin û bi hev re li dibistanê geriyan. Piştre ji bo ku şande nebin şahidê hilbijêrên qaçax, ew birin dibistaneke din.    Herî dawî şande derbasî Dibistana Seretayî ya Şehîd Bedrî Bozkurt bû. Balkêş bû ku li vir jî ji hêla dadgerê hilbijartinê yê navçeyê ve hat pêşwazîkirin. Şandeyê pirsên xwe ji serokê lijneya hilbijartinê û dadgerê hilbijartinê yê navçeyê kir û dadger û serokê hilbijartinê jî bersivandin. Wergervanan gotin ku şande di gelek mijaran de xelet hatiye agahdarkirin.