Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan 2024-03-31 13:53:13   AGIRÎ - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, dîmenê jineke nexweş parve kir û wiha got: “Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê.”   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Agiriyê Sirri Sakik, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal dîmenê welatiyeke nexweş a anîna wê ya ser sindoqê parve kir. Sakik, bal kişand ku leşker û polîs bi awayekî veguhestî tên bajêr û got: “Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê. Bijî Agirî. Dayika me ya dorpêça leşker û polîsan bihîstiye bi vî awayî hatiye ser sindoqê. Ez spas dikim. Tu her bijî dayê. Ez ji bo keda we spasiya we hemûyan dikim.”