Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya 2024-03-31 12:29:30   COLEMÊRG - Qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşît, bi namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeyê Dirbaz Buyuksu re li ser sindoqan geriya.    Dîmenên dengdayîna bi sedan leşkerên veguhestî ya li bajarokên Bajêrgeh û Xirvatê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hatibû kişandin. Li bajarokê Bajêrgehê yê ji bo bandorê li encama hilbijartinê bike bi sedan leşker hatin seferberkirin, qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşît bi şaredar û namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeyê Dirbaz Buyuksu re li ser sindoqan geriya.    Tevî veguhestina dengan jî gel di saetên serê sibê de diçe ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derdikeve.