Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin 2024-03-31 12:26:07 AMED - Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûrê, di dema bikaranîna dengan de şerê çekdarî derket û  peywirdayê sindoqê yê DEM Partiyê hate kuştin. Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûra Amedê malbata AKP’î êrişî malbata DEM Partiyî ya ku diçû dengdayinê kir. Hat zanîn ku AKP'î ev demekî dirêje ji bo peywirdarê sindoqê Emîn Çelîk ê DEM Partiyî neçe ser sindoqê gef lê dixwar. Emîn Çelîk û gelek kes di êrişa çekdarî de birîndar bûn. Çelîk ê rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk ê 5 zarokên wî hene, ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK).    Piştî êrişê, leşker têketin û derketina navçeyê girtin.