Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir 2024-03-31 12:00:49   AMED - Derket holê ku namzetê AKP’ê yê Xana Axparê Davut Arzu ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re bi bihayê 2 milyon TL’an peyman îmze kiriye.    Hat îdiakirin ku namzetê AKP’ê yê navçeya Xana Axpar a Amedê Davut Arzu li gundên Xalîviran, Dar, Dogruk û Îltaşê ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re peyman mohr kiriye. Li gorî belgeya bi îmzeya şil a li ser hesabên medyaya dijîtal hatiye parvekirin, mela jî tev li vê peymanê bûne. Di belgeya hatiye mohrkirin de hatiye gotin ku heke ji namzetê AKP’ê re hezar û 200 deng derbikevin, weke temînat dê 2 milyon TL pere ji melayê gundê Haliorenê Mahfûz Bîlgîç were bên şandin.    Di peymana tê îdiakirin duh hatiye mohrkirin de îmzeyên keyayê gundê Xalîvîranê Kamîl Bulbulcu, melayê Haliorenê Mahfûz Bîlgîç, keyayê gundê Darê Sabah Ozpinar, keyayê gundê Dogrukê Mahmût Ozgulter, kesekê paşnavê wî Duman lê navê wî baş nayê xwendin û namzetê AKP’ê Davut Arzu hene.    KEYA: AGAHIYA MIN JÊ TUNE YE   Têkildarî mijarê em li keyayê gundê Dogrukê Mahmût Ozgulter geriyan û wiha got: “Agahiya min jê tune ye. Nizanim kê amade kiriye. Ev, gotinên derew in û tu agahiya min jê tune ye. Agahiya min jê tune ye.”    'HEKE BELGEYEKE WIHA HEBE NIHA YA RAST JÎ HEYE’   Keyayê gundê Haliorenê Kamîl Bulbulbu ku îmzeya wî ya şil jî li ser peymanê heye û weke ewil got “Na.” Keyayî pirsa “Belge li ku hatiye dîtin?” kir û wiha got: “Tiştekî wiha tune ye. Kê wisa kiribe, dê çima li ser medyaya dijîtal parve bike?” Heke belgeyeke wiha hebe, niha belgeya rast jî heye. Peymanekî wiha niha teqez heye. Divê em kesên ev yek kirin derxin holê. We jixwe belge dîtiye.” Bi van gotinên xwe jî piştrast kir ku belgeyeke wiha heye.    NAMZETÊ AKP’Î: ÎMZEYA MIN NÎNE   Herî dawî jî em li namzetê AKP’ê Davut Arzu geriyan. Arzu, wiha got: “Madem wisa ye bila 3 roj berê parve bikirana. Çima di şeva hilbijartinê de parve dikin. Tiştekî wisa tune ye. Ev meheke li ser hesabên medyaya dijîtal her derew tên parvekirin. Em dibêjin bila hilbijartin bêqeza û bêbela derbas bibe. Ji bo hilbijartinê êrişeke wiha nemerdane nabe. Ma me berê çekê daye serê kê. Yên dengê xwe didin didin yên nedin jî nadin. Ewqas derew jî nabin.”    Arzu, got ku ji ber lihevnekirina ser erd di navbera wî û keyayan de axaftinek derbas bûye û wiha bi dawî kir: “Ma em bibêjin hev bikujin? Di navbera du malbatan de li ser erdî nelihevkirinek heye. Hûn jî ji heman malbatê ne. Min got ku dema ez hatim hilbijartin dê vê meseleyê çareser bikim. Îmzeya min hatiye teqlîdkirin. Hinek kesan nivîsandine û xêz kiriye. Nizanim ewqas pereyan bide, ewqas tiştan bike. Hilbijartineke ewqas nemerdane nabe.”