Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin 2024-03-31 11:53:49   WAN - Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Wanê yên DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dengên xwe dan û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan.   Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Wanê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dengên xwe dan û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan. Namzetên ku dengên xwe li sindoqa bi hejmara 2229 a li Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li Taxa Halîlaga ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê dan, bang li gel kirin.   ‘DIVÊ GELÊ ME DENGÊN XWE BIDE’    Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal wiha got: “Em ji bo civaka lê dijîn veguherînin civakeke demokratîk, wekhev û biedalet têkoşîneke bêeman didin. Em careke din dibêjin îro vîna gel dê di sindoqan de azadî, wekhevî û demokrasiyê nîşan bide. Em bang hemû gel, ciwanan dikin; em bi dayîna dengê xwe xwedî li vîna xwe derkevin û heta ku encam diyar dibin em li ser sindoqan neçin.”   ‘EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’    Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM Partiyê Abdûllah Zeydan jî wiha got: “Ez ji niha ve spasiyên xwe pêşkeşî hemû welatiyên ku dê dengên xwe bidin dikim. Em bawer dikin ku dê di vê hilbijartinê de aştî serbikeve. Di vê hilbijartinê de dê pêşiya aştiyeke civakî vebe û em ê bi hevşaredar, endamên xwe yên meclise û hemû hevalên xwe re xizmetên baş bikin. Hevalên me yên îro li ser sindoqan peywîrdar in divê heta dawiyê ji ser sindoqan veneqetin û xwedî li sindoqan derkevin. Ez careke din hêvî dikim ku ev hilbijartin hem ji bo bajarê me hem ji bo welatê me bi xêr be.”