DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan 2024-03-31 11:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hin peywîrdarên dewletê hewl didin ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. DEM Partiyê ragihand ku dê van peywîrdaran tespît bike û giliyê wan bike.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî binpêkirinên ku di dema dengdayîn berdewam dike de qewimîne daxuyaniyeke nivîskî weşand.    DEM Partiyê diyar kir ku piştî ku beriya niha hilbijêrên sexte yên ku dê dengên xwe bidin AKP’ê hatin tespîtkirin û ji rayagiştî re hatin parvekirin îro jî peywîrdarên dewletê yên hewl dan ji sindoqekê zêdetir dengan bidin hatine tespîtkirin û dê giliyê wan bike.    DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir de wiha got:     “Em bi müşahit, peywîrdarên xwe yên dibistan û sindoqan, parlamenter û rêveberên xwe ve li ser sindoqan e. Beriya niha hilbijêrên sexte yên ku dê dengên xwe bidin AKP’ê me tespît kiribûn û ji rayagiştî re parve kiribûn. Îro jî hevalên me ev hilbijêrên sexte li ser sûç girtin û belgekirin. Peywîrdarên me yên partiyê tespîtkirin ku peywîrdarên dewletê hewl dane ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. Me ev yek belgekiriye û em ê giliyê wan bikin.   Desthilat çi dike bila bike nikare serbikev. Vîn û biryardariya gelê me dê her cure hîleyê vala derxîne. Em bang li herkesê dikin ku xwedî li vîna xwe derkevin û sindoqan biparêzin.”