Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’ 2024-03-31 11:19:25   ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê leşkerên “veguhestî” ji bo dengên xwe bidin ketin rêzê.    Leşkerên ku beriya hilbijartinê veguhestibûn Şirnexê, dest bi dayîna dengên xwe kirin. Hate tespîtkirin ku leşkerên ku bi awayekî komî dengên xwe didin, ji bajarên weke Enqere, Mûgla, Aksarayê veguhestina navenda Şirnexê û zêdetir li Dibistana Navîn a Omer Keçîçî ya li Taxa Gundogdûyê dengên xwe didin.     Li aliyê din di saetên serê sibê de komeke leşkeran bi otobusan veguhestin navenda Şirnexê.    BASA   Ji 275 hilbijêrên li sindoqa bi hejmara 1012’an a li Dibistana Seretayî ya Findikê ya li Bajarokê Findikê yê navçeya Basayê jê 175 leşker in. Kutukên hilbijêran bajarên weke Isparta, Antalya û Mûglayê ne.    QILEBAN   Li bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qilebanê jî 17 sindoq hatin danîn. Li bajarokî jî li baxçeyê her dibistanê leşker hatin bicihkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku divê leşker derveyî dibistanê bisekinin.