AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin 2024-03-31 11:09:05   ŞIRNEX - Li Cizîrê endamê AKP’î êrişî peywirdarê sindoqê yê ÎYÎ Partiyî kir. Li gel êrişê demekê kin gengeşî derket.   Li navçeya Cizîra Şirnexê navzetê AKP’î Omer Yildiz û komeke li gel wî serdana Dibistana Seretayî ya Ebulîz a li Taxa Sûrê kir. Peywirdarên sindoqan ji Yildiz û kesên pê re xwest ku bi parastvanan nekevin dibistanê de. Namzetê Endamtiya Meclisa Şaredariyê yê AKP’î Hakan Ekînler gef li kesên ku ew hişyar kirine xwar û piştre şimaqekî li peywirdarê sindoqê yê ÎYÎ Partiyî da. Bi ser vê yekê kesên li dibistanê û dorê dibistanê sekinîne Yildiz û kesên pê re ji dibistanê dûr xistin.    Bi ser gengeşiya derketiye demeke kin dengdayîn sekinî. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê piştî ku şahidên bûyerê re hevdîtin pêk anî, derbarê êrişkar Ekînler de girtek girt.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gilînameya xwe teslîmî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir.