Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir 2024-03-31 10:07:30   RIHA - Li navçeya Xelfetiyê ku bi veguhestina dengan di rojevê de ye, hîleyên hilbijartinê dest pê kirin. Li gelek gundên navçeyê deng bi komî hatin dayîn û DEM Partiyê li dijî vê îtîraz kir.     Bi destpêkirina hilbijartinê re nûçeyên têkildarî bêusûliyan jî hatin. Derket holê ku li Dibistana Seretayî ya Hîlallî û Dibistana Navîn a Ozmuşê yên navçeya Xelfetî ya Rihayê deng bi komî tên bikaranîn.    Li gorî agahiyan; saet serê sibehê di 05.00’ê de komeke çekdar dora Dibistana Seretayî ya Hîlalliyê girtin, muşahidên li dibistanê derxistin derve û deng bi komî dan. Gef li muşahidan hatin xwarin û wisa ji dibistanê hatin derxistin û 2 muşahidên YRP’î yên li dijî vê derketin jî hatin derbkirin. Li taxa 600 hilbijêrên wê hene derheqê bêusûliya hatiye kirin de girtek hate girtin û li ser îtîrazan, dengdayîn hate sekinandin.    NAMZETÊ AKP'Ê ÊRIŞ KIR    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan piştî agahdarbûna ji rewşê, çû dibistanê. Ocalan, rastî êrişa şaredarê heyî û namzetê şaredariyê Şeref Albayrak, parastvanên wî û alîgirên wî hat. Ocalan bi zor û zehmet xwe ji lînça êrişkaran xelas kir. DEM Partiyî li dibistanê ne. Hat zanîn ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajar têkildarî mijarê dadgerek peywirdar kir.    LI SER SINDOQA QEYDA WAN TUNE YE DENGÊN KOMÎ DAN    Di heman demê de Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak û 100 kesên pê re, li dibistana amadehî ya li gundê Talikanê hewl dan bi hev re deng bidin. Li ser îtîraza DEM Partiyê, hat diyarkirin ku koma ji 100 kesan pêk dihat û saet di 07.50’ê de hatin dibistanê û navnîşanên gelemperiya wan ne li gund, zerf û pusulayên anîn bi komî bi kar anîn.    Muşahidê DEM Partiyî jî hewl da rewşê qeyd bike û li ser vê yekê hate derbkirin û piştre jî dîmenên di telefona wî de hatin jêbirin. Cendirmeyan dora dibistanê girtin û tevahiya peywirdarên di dibistanê de hatin derxistin. Hat zanîn ku dengdayîn li dibistanê hate sekinandin.    Tê gotin ku li gundê Beresûr ê navçeyê jî deng bi komî tên dayîn. DEM Partiyê bêusuliyên heyî qeyd kir.