Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir 2024-03-31 08:33:40   WAN - Çawişê pispor ê bi navê Y.E.A li navçeya Ebex a Wanê pitika xwe ya 4 mehî qetil kir û hevjîna xwe birîndar kir.    Çawişê pispor ê bi navê Y.E.A. li navçeya Ebex a Wanê pitika xwe ya 4 mehî A.Î.A. bi çekê qetil kir û hevjîna xwe E.C.A. jî birîndar kir. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku pitikê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Hat tespîtkirin ku di êrişê de E.C.A. jî ji milê xwe birîndar bûye. Hat zanîn ku çawişê pispor hewl daye întîhar bike.    Rewşa E.C.A. ya rakirin nexweşxaneyê baş e û çawişê pispor jî hate entubekirin.