Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir 2024-03-31 08:00:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li 49 bajaran ji saet 08.00’an ve dest pê kir û dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe.  Bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya û Edene jî di nav de li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji saet 08.00’ê ve dest pê kir. Hilbijartinên li van bajaran dê saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li gorî derketina rojê, biryar dabû ku li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Gumgum, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîs, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburt jî di nav de li 32 bajaran dengdayin saet di 07.00'an de dest pê bikê. Hilbijartina li van bajaran di wexta xwe de dest pê kir û dê saet di 16.00’ê de bi dawî bibe.