Hilbijartin dest pê kir 2024-03-31 07:00:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartina rêveberiyên herêmî ya li bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de li 32 bajaran ji saet 07.00’ê ve dest pê kir.  Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê ji saet 07.00’an ve dest pê kir. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryar dabû ku li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Gumgum, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kîlîs, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburt jî di nav de li 32 bajaran dengdayin saet di 07.00'an de dest pê bikê. Hilbijartina li van bajaran dê heta saet 16.00’an bidome û tê payîn ku bi milyonan kes biçin ser sindoqan. Li bajarên din jî dê hilbijartin saet di 08.00’an de dest pê bike û dê heta saet 17.00’an bidome. Di hilbijartinê de hilbijêr dê ji bo hilbijartina şaredaran, endamên Meclisa Giştî ya Bajar, endamên Meclisa Şaredariyê û keyayan dengê xwe bidin.