Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2024-03-30 20:31:31   AGIRÎ – Mûtlak Tozûn ê 30 salan di girtîgehê de ma û jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panosê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat definkirin.    Girtî Mûtlak Tozûn ê 30 salan di girtîgehê de ma ku îro danê sibehê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panos a Agiriyê hat definkirin. Li nêzî gundê Kizkapanê bi sedan wesayît hevrêtiya wesayşta cenaze kirin. DBP, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa THÎV a Wanê, TÛHAY-DER, MEBYA-DER, Parlementerên DEM Partiyê Mahmût Dundar û Sirri Sakik, Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û namzetên hevşaredariyê yên Panosê û bi sedan welatî tev li merasîma cenaze bûn.    Cenaze bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat definkirin. Piştî definkirina cenaze girse çû mala Tozûn.