'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere' 2024-03-30 17:49:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin, piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihandin û gotin: "Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe, dê wekî zilmê vegere."    Nobedên Edaletê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hatin destpêkirin, didomin.    MÊRDÎN   Nobeda Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve di roja 83'emîn de berdewam dike. Di rojeva çalakgeran de hilbijartina herêmî ku dê sibê bê lidarxistin, hebû.    Çalakvanên Nobeda Edaletê di dema nobedê de stran gotin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Gelek welatiyan piştgirî dan Nobeda Edaletê ku hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî serdana wê kir.    Dayika bi navê Hasîbe Mengirkaon ku ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran kir diyar kir ku tenê armanceke grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobeda Edaletê heye û wiha got: “Dixwazin serokê me azad bibe, bila rêya diyalogê bê vekirin û tecrîda li girtîgehan bê rakirin. Li hemû cîhanê mafê mirovan ê hiqûqî heye, girtî be jî. Zêdetirî 3 salên em tu xeberê ji serokê xwe nagirin. Ev jî helwesta ji bo meseleya kurd e. Helwesta li hemberî serok, helwesta li hemberî gelê kurd e. Ev jî helwesta neçareserkirina meseleya kurd e. Em vê wiha dinirxînin."    Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî bal kişandin ser hilbijartinên ku dê sibê bên lidarxistin. Çalakgeran piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihandin û gotin: "Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe, dê wekî zilmê vegere."    AMED   Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Amedê hatibû destpêkirin, di roja 117’an de berdewam dike. Xizmên girtiyan li avahiya Rêxistina Navçeya Rêzan (ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) nobedê didomînin.    Endamên Komeleya Piştevanî û Azadiyê ya Marsîlyayê (Solidarté et Liberté Provence) Nobeda Edaletê ziyaret kirin. Şande li daxwazên xizmên girtiyan guhdarî kir û soz da ku ji bo dengê çalakgeran bê bihîstin dê li welatê xwe tevbigere.    Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî ji bo hevgirtinê name ji dayikên Nobeda Edaletê re şandin. Çalakiya nobedê bi dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanê” bi dawî bû.   ÊLIH   Nobeda Edaletê ya Êlihê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 58'an de berdewam kir. Tevgerê Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DBP, DEM Partiyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê nobedê ziyaret kirin.   Ji çalakgerên nobedê Herdem Koçerê got: “Îro roja me ya dawî ye, sibê hilbijartin e. Ez bang li gelê me yê birûmet dikim. Bila mil bidin milê hev û biçin ser sindoqê. Divê hemû qeyûmên li Kurdistanê bişînin Enqereyê. Çalakî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.