Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e 2024-03-30 12:11:06   ŞIRNEX - Leyla Zana ya serdana gorên 34 kesên di encama bombe barandina balafirên şer de li Roboskê hatin qetilkirin kir, wiha got: “Roboskê birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e.”   Siyasetmedar Leyla Zana ya xebatên xwe yên hilbijartinê li Şirnex û navçeyên wê didomîne serdana gorên 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombe barandina balafirên şer ên dewleta tirk de li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê hatin qetilkirin kir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û gelek partiyi jî pê re bûn. Malbatan di ketina goristana Roboskê de Zana bi wêneyên zarokên xwe pêşwazî kirin.    ‘ROBOSKÊ BIRÎNA KURDISTANÊ YA NAYÊ CEBIRANDIN E’    Zana, ya bi bîranîn kesên hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku heta Komkujiya Roboskê neyê ronîkirin, edalet nayê welatî û got: “Beriya 13 salan li vir zarokên we ketin bin axê. Ew birînên wê rojê hatin vekirin hêj nû û zindî ne. Ev birîn birîneke sed salî ye. Ji Newala Qesaba, Geliyê Zîlan, Dêrsim heta Roboskê ev birînên Kurdistanê ne. Hûn ne tenê birînên Roboskê ne, birînên Kurdistanê yên nayên cebirandin in. Xwezî ev bar tenê li ser milên we nebûya, xwezî hûn neçarî vî nebûna. Mezinên me ev bar li ser milên me hişt lê em vî barî li ser milê zarokên xwe nahêlin.”   ‘HETA KU EDALET NEYÊ ROBOSKÊ ARAMÎ NAYÊ’    Zana, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskê di korîdorên Enqereyê de hate windakirin û ev tişt gotin: “Digotin Komkujiya Roboskê li korîdorên Enqereyê winda nabe lê çawa ku komkujiyên Geliyê Zîlan, Dêrsim, Newala Qesaba hatin windakirin, Komkujiya Roboskê jî wiha hate windakirin. Lê vê baş bizanin ku; partiya me, saziyên me û ev gel dê vê komkujiyê ji bîr neke û ji bo ku were ronîkirin de her cure têkoşînê bide. Ev dayik edaletê dixwazin û hêj jî li benda edaletê ne. Heta ku edalet neyê aramî nayê û dile van dayikan hênik nabe. Divê ev bûyer demildest were ronîkirin. Ez 34 kesan ji dil û can hemêz dikim û bejna xwe li ber wan bi rêzdarî ditewînim.”   Piştî axaftinên hatin kirin, Zana û şandeya pê re qûrnefîl danîn ser gorên 34 kesên hatine qetilkirin.    Zana û şandeya pê re ji bo ku tev li hevdîtina bi gel re ya li Kolana Hunerê ya li Cizîrê bibe, ji Roboskê veqetiya.