Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin 2024-03-30 11:14:01   QERS - Polîsên ku di mitînga DEM Partiyê ya li Qersê li darxistibû de du ciwanên cil û bergên netewî li xwe kiribûn binçavkiribûn, dest danîn ser cil û bergên ciwanan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di 27’ê adarê de bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Qada Komarê ya Qersê mitîng li dar xistibû. Du ciwanên bi navê C.Ş û V.Ş ku bi cil û bergên netewî xwestin têkevin qada mîtîngê, li noxteya lêgerînê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan îdia kirin ku bi van cil û bergan tevlibûna mîtîngê qedexe ye û nehiştin ciwan derbasî qadê bibin.   Ciwanan jî ji polîsan re gotin: “Ev cil û bergên me yên netewî ne. Li dawetan û rojên şahiyan em li xwe dikin. Ev cil û berg ne qedexe ne.” Dû re polîsan her du ciwan binçav kirin. Ji ber ku emrê C.Ş ne di bin 18'an de bû ew birin Şaxa Zarokan û V.Ş jî birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.   Polîsan ku dest danîn ser cil û bergên her du ciwanên ku hatin binçavkirin, li malbatên ciwanan geriyan ku zarokên wan hatine binçavkirin û xwestin ji wan re cil û bergan bînin. Piştî destdanîna ser cil û bergan her du ciwan hatin berdan.